Qada hewayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê hate girtin
Piştî êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê, qada hewayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo 72 saetan ji seferan re hate girtin.
Piştî êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê, qada hewayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê ji bo 72 saetan ji seferan re hate girtin.
Otorîteya Hewakariya Sivîl a Iraqê ragihand ku ji ber êrişên Îranê yên li ser Îsraîlê qada hewayî ya Iraqê ji bo 72 saetan ji seferan hatiye girtin. Hate gotin, Herêma Kurdistanê jî dikeve ber biryarê.
Di daxuyaniya Otorîteya Hewakariya Sivîl a Iraqê de hate ragihandin ku biryar ji bo parastina ewlehiya jiyanê ya rêwiyan û pêşîgirtina li rewşeke nayê xwestin hatiye wergirtin.
Li aliyê din Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku hemû seferên ji balafirgehê bêne kirin bi rengekî demkî hatine rawestandin.
ÎRANÊ JÎ QADA XWE YA HEWAYÎ GIRT
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Tasnimê jî rayedarên Îranê rêwîtiya di ser Îranê re bi sînor kirine. Hate ragihandin ku piştî nirxandina ewlekariyê "Seferên hewayî yên ji aliyê rojava yê welêt têne kirin heta daxuyaniyeke din hatine rawestandin."